Erebistana Siûdî rênimayên nû ji bo Heciyên îsal ragihand

Wezîrê Hecê yê Erebistana Siûdî Tewfîq Bin Fewzan ragihand, welatê wî temamê rêkarên xweparêziyê li ber heciyên cîhanê hildigre.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Hecê yê Erebistana Siûdî Tewfîq Bin Fewzan ragihand, welatê wî temamê rêkarên xweparêziyê li ber heciyên cîhanê hildigre.

Îro Duşemê 9ê Çileya 2023an, Wezîrê Hecê yê Erebistana Siûdî Tewfîq Bin Fewzan ji televîzyona fermî ya welatê xwe re ragihand, îsal mercê temen li ser heciyan tê rakirin û ji bilî wê jî, temamê rêkarên xweparêziyê jî tên betalkirin.

Tewfîq Bin Fewzan eşkere kiriye, sîgortaya tendirustiyê bi rêjeya %60 tê kêmkirin, hejmara Heciyan jî dê bibe wek serdema beriya Koronayê.

Herwiha diyar kir, desthilatdarên Erebistana Siûdî hemû mercên li ser Heciyan radikin, bi taybetî jî mercê temen.