Pêvajoya doza girtina HDPê îro destpê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind derbarê doza girtina HDPê de, îro dê daxuyaniya bideng bide Dadgeha Destûrê.

Pêvajoya doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro destpê dike û Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn derbarê dozê de îro dê daxuyaniya bideng bide Dadgeha Destûrê.

Piştî gotara Serdozger, rayedarên HDPê jî dê parêznameya xwe bideng pêşkêş bikin.

Hefteya borî Dadgeha Destûrê biryar dabû alîkariyên darayî yên ji bo HDPê werin astengkirin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, roja 17ê Adara sala 2021ê doza girtinê li dijî HDPê vekiribû. Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî 21ê Hezîrana 2022an bi piraniya dengan doznameya girtina HDPê pesend kiribû.

HDP bi tawanên wek “karkirina li dijî yekitiya komara Tirkiyê û pêwendiyên rêxistinî ligel PKKê” tê tawanbarkirin. Tê xwastin jî, 451 endamên HDPê ji siyasetê werin qedexekirin.

Piştî parastina her du aliyan, raportorê dadgehê dê belgeyan kom bike û biryara xwe ya derbarê esasê dozê de eşkere bike.

Heger 10 ji 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bêjin erê, HDP tê girtin. Ji bilî egera qebûlkirina daxwaza girtina HDPê, yan jî redkirina vê, doz dikare bi qutkirina alîkariya gencîneyê bo HDPê jî encam bide.