Rewşa ewlekariya Şingalê rê nade koçber vegerin ser cih û warên xwe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Koçberên Şingalê ku li kampên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn, dixwazin vegerin malên xwe, rewşa devera wan aram bibe û hikûmeta Iraqê jî wan qerebû bike.

Li gorî karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, pêwîst e Peymana Şingalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, di nava 6 mehan de bê cîbicîkirin, rewşa Şingalê asayî bibe û hemû koçber vegerin deverên xwe yên cuda.

Serokê Komîta Koçberan li Parlamentoya Iraqê Silêman Piling ji K24ê re ragihand. Li gorî ajandaya hikûmeta Sûdanî, divê hikûmet hemû kampên li Iraq û Herêma Kurdistanê bigire û hemû koçberan vegerîne herêmên wan. Di vê çarçoveyê de divê peymana Şengalê pêk were û penaber vegerin malên xwe.

Koçberê kampa Şarya ya Duhokê Selîm Şingalî ji K24ê re ragihand: “Dibistan, nexweşxane û hemû sazî û dezgehên Şengalê bê xizmetguzarî ne û elektirîk ne beşe, binesaziya Şengalê bi temamî wêran bûye û niha bajar ne amade ye ku pêşwaziya vê hejmara zêde ya koçberan bike.”

Pîrejina ji Şengalê ya li kampa Şarya ya Duhokê koçber bûye Leyla Xwedêda ji K24ê re got: “Em amade ne vegerin deverên xwe, eger rewşa ewlehî ya Şingalê asayî bibe û hikûmeta Îraqê jî me qerebû bike.”

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, ji bo avedankirina Şingalê û qerebûkirina xelkê wê, zêdetirî 8 milyar Dolar pêwîst e, ji ber ku ji sedî 80 ji jêrxaneya aborî ya bajêr ji aliyê DAIŞê ve hatiye wêrankirin.