Li Efrînê 2 kes ji aliyên çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belava kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî duhî 9ê Çileya 2023an bi ser mala welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Mecîd a li Efrînê de girt û revand.

Wê rêxistinê da zanîn jî, welatiyê bi navê Esed Hemîd ê ku ji 30î meha borî ve ji aliyê grûpa Polîsa Azad ve hatiye revandin, ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha bi hezaran kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor amaran jî, tenê di sala 2022an de zêdetir ji 675 kesan ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin, di nav wan de 4 zarok û 21 jin hene.