Akar: Em opozîsyona Sûriyê naxin tengaviyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî civîna kabîneya hikûmetê bersiva pirsên rojnamevanan da û hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de û nerazîbûnên opozîsyona Sûriyê ji wê proseyê nirxand.

Akar got: “Ev pêvajoyek e. 11 salan û şûnde bi niyazeke baş têkiliyên her du welatan û aştiya li herêmê tiştekî wiha dest pê kir. Hêviya me heye danûstandinên hevbeş bi pêş bikevin û veguhere rewşekê ku bibe sedema peydabûna aştî û aramiyê li herêmê.”

Akar derbarê nerazîbûnên grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji lihevkirina Enqere-Şamê de got: “Em ne li Tirkiyê, ne jî li Sûriyê, li dijî birayên xwe yên ku em bi hev re ne, me ti kiryarên ku wan bixe tengasiyê nekir û em nakin. Ji ber vê yekê, divê ew jî bi vê hişmendiyê tevbigerin û nekevin provakasyonan."

Piştî nêzîkbûna Enqere-Şamê, opozîsyona Sûriyê li Îdlib û gundewarê Helebê dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirin.