Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind: HDP PKKê wek rêxistina terorê nabîne

Enqere
Enqere

Navenda Nûçeyan (K24) – Dozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn derbarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ragihand: “HDPê bi eşkere îfade kir ku ew PKKê wek rêxistina terorê nabînin.”

Dozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn li ser doza girtina HDPê, ji lijneya Dadgeha Destûrê re daxuyaniyeke devkî da û piştre ji rojnamevanan re axivî.

Bekîr Şahîn di daxuyaniya xwe de got: "Di 7ê Hezîrana 2021ê de di 3ê Çileyê de derbarê danîna blokeyê de, me daxwazên xwe pêşkêş kirin. Partiya ku doz lê hatiye vekirin, 85 milyon kes rastiya pêwendiya wê ya bi terorê re dizane. Min ji endamên partiya ku doz lê hatiye vekirin, ti peyveke ku PKKê şermezar dike, nebihîstiye. Partiya ku doz lê hatiye vekirin, îfade dike ku ew rêxistina terorê jî wek rêxistineke çekdarî nas nake, di tomarên TVyê de jî ev hene."

Şahîn herwiha got: “Îro erkê me temam bû. Me dosye pêşkêş kir, pêvajo temam bû. Êdî biryar, biryara dadgeha bilind e.”