Erdogan û Sûdanî pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokomarê Tirkiyê pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê encam da û behsa rûbirûna PKKê kirin.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Tirkiyê pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê encam da û behsa rûbirûna PKKê kirin.

Îro Sêşemê 10ê Çileya 2023an, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî encam da.

Hat ragihandin, di pêwendiya telefonî de Erdogan û Sûdanî, pêwendiyên navbera herdu welatan û mijarên hevbeş ên navçeya xwe gotûbêj kirine, Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku hevahengiya dualî ya navbera Enqere û Bexdayê di dema bê de dê zêdetir bihêz bibe.

Medyaya Tirkiyê ragihandiye, Erdogan bi girîngiyeke mezin ve piştevaniya xwe ji bo aştî, seqamgîrî û parastina xaka Iraqê dubare kiriye, herwiha Erdogan derbarê hebûna PKKê li ser axa Iraqê diyar kiriye: “Bidawîbûna hebûna PKKê li ser axa Iraqê ji bo berjewendiya netewî ya Iraqê pêwîst e.”