Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kir

Geylan Hacî Seîd ragihand, sala borî qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye nêzîkî 12 milyar Dolaran.
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Hewlêrê Geylan Hacî Seîd
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Hewlêrê Geylan Hacî Seîd

Hewlêr (K24) - Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Hewlêrê Geylan Hacî Seîd ragihand, sala borî qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye nêzîkî 12 milyar Dolaran.

Geylan Hacî Seîd ji Kurdistan24ê re ragihand, di sala 2022an de qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye nêzîkî 12 milyar Dolaran û bilindbûna bihayê Dolara Amerîkî li hember Dînara Iraqî, bandora wê li ser danûstandina bazirganiyê çêbûye.

Seîd eşkere kir: “Ez bawer im bilindbûna bihayê Dolar demkî ye û Banka Navendî ya Iraqê bi encamdana rêkarên çareseriyê ve mijûl e, da ku vê rewşê çareser bike, çimkî plana Iraqê ya li ser bilindkirina bihayê Dolarê tune ye.”

Herwiha eşkere kir, hêvî heye di sala 2023an de liv û tevgera bazirganiyê bi giştî gelek baş be û got: “Ji ber daketina bihayê Dînar, bazirgan nîgeran in.”