“Hewlêr û Bexda digihin rêkeftina dawî”

Serkirdeyê di Tevgera Hîkme de Ehmed Îsawî: Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser bûdceyê de, dirêj dewam nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî Tevgera Hîkme ya Iraqê tekez dike, mûçeyên Pêşmerge, karmendên din ên Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendên Kurdistanê yên nehatine xerckirin, di projeyasaya bûdceya Iraqê de hatine bicihkirin. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek nêzîkbûn çêbûye û dê di rojên pêş de bigihin rêkeftineke dawî.

Serkirdeyê di Tevgera Hîkme de Ehmed Îsawî ji K24ê re got: “Li gorî Wezareta Darayî, îsal Iraq dibe xwediyê bûdceya herî mezin a dîroka xwe de û dikare ji bo cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî, derfetên kar û tayînkirinan bê bikaranîn.”

Got jî: “Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser bûdceyê de, ev nakokî dirêj dewam nakin, ji ber gelek rêkeftin û nêzîkbûn di navbera wan de hene û rêkeftin li ser petrol û gaz û warên din heye. Mûçeyên Pêşmerge û karmendên din û mûçeyên Herêma Kurdistanê yên nehatine xerckirin, di proje yasaya bûdceyê de hatine bicihkirin. Rêkeftina dawî dê di çend rojên bê de were kirin. Di rojên bê de şanda Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dê serdana Bexdayê bike, bûdce jî di dema xwe de dê were derbaskirin û nayê paşxistin.”

Ehmed Îsawî got jî: “Ev kabîneya niha ya hikûmetê tekezî li ser çareserkirina hemû kêşeyan li gel Hewlêrê dike, ji wan jî pirsa bûdceyê.  Ez ji nêzîk ve agahdar im, pişka herêmê dê di navbera %12 heta 17% be û bi baweriya min dê li ser rêjeya 15 % em ê bigihin rêkeftina dawî.”