Fermandarê CENTCOMê: Operasyona Tirkiyê dibe sedema bêaramiyê

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê General Michael Erik Kurilla
Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê General Michael Erik Kurilla

Fermandarê CENTCOM'ê nîgeraniya xwe ji egera operasyoneke Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê nîşan da û da zanîn, ew ê aramiya navçeyê têk bide û dê ewlekariya kampên ku girtiyên DAIŞê lê ne, bixe bin metirsiyê.

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê General Michael Erik Kurilla li Dubay di civîneke çapemeniyê de derbarê egera operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da û got, ew ê aramiyê navçeyê têk bide û ewlekariya kampên ku 10 hezar çekdarên DAIŞê lê dimînin, bixe bin metirsiyê.

General Kurilla her wiha diyar jî kir, ew ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam fişarê li DAIŞê dikin û di encama hevkariya wan de berpirsekî pilebilind ê DAIŞê di hefteya borî de hatiye desteserkirin.

General Kurilla her wiha got, ew ê heftiya bê raporteke berfireh li ser operasyonên ku di nava salê de ji bo têkbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatine kirin, belav bikin.

METIRSIYA DAIŞÊ BERDEWAM E

Fermandeyê CENTCOMê diyar kir ku îdeolojiya rêxistinê berdewam e û her çend e şiyana DAIŞê bi awayekî berçav kêm bûye jî, lê gefên wê berdewam dike.

Da zanîn jî, nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li kampên binçavkirinê yên li Rojavayê Kurdistanê ne; Her wiha 10 hezar çekdarên DAIŞê jî li navendên girtinê yên Iraqê hene.

Di civînê de ji Fermandarê CENTCOMê General Michael Kurilla jî hat pirsîn ku operasyona muhtemel a Tirkiyê li dijî HSDê dê çawa bandorê li şiyana Amerîka ya li herêmê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de bike. Kurilla got: “Ez pir ji vê yekê nîgeran im ji ber ku ew dikare aramiya herêmê têk bibe û bala hevkarên me yên HSD ji van kampên binçavkirinê bikşîne.”

Fermandarê CENTCOMê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê 28 girtîgeh hene û diyar kir ku operasyoneke muhtemel dikare wan bixe metirsiyê.

Fermandarê CENTCOM'ê da zanîn jî, sala borî nêzî 4 hezar girtiyên DAIŞ'ê ji yek ji van girtîgehan reviyan û got, operasyoneke leşkerî ya muhtemel a ji aliyê Tirkiyê ve, dibe ku ewlehiya Kampa Hol jî bixe metirsiyê.

Her wiha General Michael Kurilla got: “Ji ber vê yekê û ji bo kêmkirina rageşiyê û nehêlin ku Tirkiye operasyoneke bi vî rengî pêk bîne, çi ji destê me were, dê girîng be.”