Otomobîlek li ser riya Qamişlo – Hesekê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîlek li ser riya Qamişlo – Hesekê hat bombebarankirin û tê pêşbînîkirin ji aliyê dornekê ve hatibe armanckirin.

Çalakvanên xwecihî belav kirin, otomobîlek li ser riya M4 di navbera Qamişlo – Hesekê de hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ev êrîş ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin.

Diyar kir jî, di encama bombebaranê de hejmarek kes birîndar bûn û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya bajarê Qamişlo hatin rakirin.