Armanca serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin paşerojeke baştir û geştir ji gelê xwe re ava bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tenê şeş ​​rojan piştî pêkanîna Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2019an de, Mesrûr Barzanî weke niyazpakiyê serdana Bexdayê kir û amadebûna xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro giheşte Bexdayê û ligel berpirsên payebilind ên hikûmeta Iraqê dicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana xwe ya bo Bexdayê de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand: “Em vegeriyane Bexdayê û em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin, ji bo paşerojeke baştir û geştir ji gelê me re ava bikin.”

Armanca Kabîneya Nehem ew bû ku rûpeleke sipî ligel Bexdayê veke û kar ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bike. Mesrûr Barzanî jî di gotara xwe destbikarbûnê de got, kabîneya wî dixwaze hevahengiya siyasî li gel Bexdayê hebe, bibe hevparê rasteqîne û serederiyê li gel hikûmetekê bike ku lihevkirin û hevsengiyê bingeha karê wê be. Ji bo vê mebestê jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarbûna Kabîneya Nehem ve û heta niha 3 caran serdana paytexta Iraqê kiriye.

Destpêkê, berpirsên Iraqê amadehiya xwe nîşan dabûn, lê heta niha pabendbûna wan bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi taybetî li ser mijarên madeya 140, mafên Pêşmerge, bûdceya Herêma Kurdistanê û yasaya neft û gaze nîne.

Piştî ku Sûdan hat ser desthilatê jî, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî karîbû ligel Bexdayê li ser çend pirsên hilawîstî lihev bikin, di nav van de jî yasaya bûdce, petrol û gaz û madeya 140 a destûrê ku yek ji wan madeyan e ku serokwezîr di serdanên xwe de tekezî li ser wê yekê kiriye. Li gorî destûrê be jî, divê rewşa navçeyên Kurdistanî bê asayîkirin, serjimêrî û piştre jî referandûm li wan navçeyan bê kirin.

Li gorî destûrê jî, hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye, lê mafên wan ên darayî nayê dayîn û her wiha ew ne beşek e ji girêbestên hikûmet yên ligel welatan ji bo biçekkirina artêşê dike.

Xalên karnameya kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê yên taybet bi Herêma Kurdistanê:

- Gotûbêjkirin li ser mijarên neft û bûdceyê

- Derxistina yasaya neft û gaze

- Xerckirina mafên darayî yên welatiyan

- Dubare avakirina komîteyeke bilind ji bo cîbicîkirina madeya 140

- Avakirina hêza hawarhatinê ji Kerkûkiyan

- Hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

- Cibicîkirina Peymana Şengalê

- Dagirtina valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de

- Derxistina yasaya Dadgeha Federal

- Derxistina yasaya Encûmena Federal

- Veguheztina mîlaka mamostayên Kurdî li Kerkûkê bo Hikûmeta Federal

- Vegerandina çalakiyên siyasî yên partiyên Kurdistanî li navçeyên ku cihê nakokiyê ne