Egîtîm-Sen: Agahdariya dersên zimanê Kurdî îsal wek fermî nehatiye ragihandin

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm-Senê yên li Diyarbekirê, daxuyaniyek li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bi taybetî jî dersên bijarde ragihand.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm-Senê yên li Diyarbekirê, daxuyaniyek li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bi taybetî jî dersên bijarde ragihand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku her sal agahdariya dersên bijarde yên zimanê zikmakî dihatin kirin, lê îsal Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê hêj wê ragihandinê nedaye dibîstanan.

Rêvebirê Şaxa Duyem ê Egîtîm-Sen a Diyarbekirê Fesîh Zîrek ragihand ku îsal dibîstanên ku mamosteyên endamên sendîkayê lê kar dikin, agahdariya ku gelo dersên bijarde dê ji kîngê û heta kîngê bikarin bên bijartin, wek fermî nehatiye ragihandin û ev jî gumanên cuda peyda dike.

Endam û rêvebirên Egîtîm-Senê  piştgiriya xwe ji bo perwerdehiya bi zimanên zikmakî ragihandin û bal kişandin ku ewê bişopînin ku hemû ziman bikarin perwerdehiyê bibînin û rayedar jî berpirsyarîyên xwe bi cih bînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersên zimanê Kurdî jî di nav de, dersên bijarde yên bi zimanê zikmakî di sala 2011an de wek maf bi fermî hatibû naskirin.