Elî Teter: Pirsgirêka herî mezin a herêma Badînanê, hebûna hêzên çekdar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ragihand, “Pirsgirêka herî mezin a tevahiya herêma Badînanê û bi taybet navçeya Amêdiyê, hebûna hêzên çekdar e.”

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ji bo danîna kevirê binyadê yê çend projeyan, îro 12ê Çileya 2023an serdana navçeya Amêdiyê kir û di konfiranseke rojnamevanî de, bersiva rojnamevanan yên derbarê cîbicîkirina projeyên xizmetgozarî li parêzgehê û hebûna hêzên çekdar li Duhok û navçeya Amêdî da.

Parêzgeha Duhokê di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê ya derbarê hebûna hêzên çekdar de got: “Pirsgirêka herî mezin a tevahiya herêma Badînanê û bi taybet navçeya Amêdiyê, hebûna hêzên çekdar ên derveyî yasayê ne. Ew jî bûye sedema ketina dewleteke biyanî di navçeyê de. Xelkê Amêdiyê dizanin ku vî şerî çendî ziyanên mezin gihandiye wan, şer bûye sedem ku nîvê navçeyê neyê avakirin û nîvê din ê ku hatiye avakirin jî bi zehmetî xizmet gihîştiyê.”

Parêzgarê Duhokê derbarê sektora giştiyariyê de jî destnîşan kir, ew plan dikin zêdetir giringî bi sektora geştiyariyê li parêzgehê bidin û dê di demek nêzîk de çend projeyên geştiyariyê li parêzgehê cibicî bikin.

Navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî deverên parêzgeha Duhokê, bi berdewam rastî bombebarana Tirkiyê tên û şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û gerîlayên PKKê de gelek caran dibin sedema sivîl bibin qurbanî, bi sedan gund vala bibin û ziyan jî bigihe sektora geştiyariyê.

Sektora Geştiyariyê, yek ji stûnên herî girîng ên aborîya Herêma Kurdistanê ye, ji ber sirûşta wê ya bedew û hebûna deverên geştyarî û şûnwarî ku hejmareke mezin ji geştyaran ji parêzgehên curbicur ên Iraqê û ji derveyî Iraqê berê xwe didinê.

Li parêzgeha Dihokê dora 1400 cihên şûnwarî û geştyarî hatine tomarkirin û bi hezaran şûnwarên din ên ne tomarkirî jî lê hene.