Berpirseke Rûsî: Em kar ji bo vegerandina zarokên çekdarên DAIŞê ji Sûriyê dikin

Anna Kuznetsovay
Anna Kuznetsovay

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Parlamentoya Rûsyayê Anna Kuznetsovay û nûnera berê ya Vladimir Putin ji bo vegerandina zarokên çekdarên DAIŞê ji Sûriyê, got: Proseya vegerandina zarokên çekdarên DAIŞê berdewam e û berpirsên mafên zarokan kar li ser dikin.

Cîgira Serokê Parlamentoya Rûsyayê Anna Kuznetsovay ji K24ê re got: “Girîng e ku em di du waran de bixebitin. Yekem; berdewamkirina vegerandina zarokan. Duyemîn; Rewşa zarokên li wir yên ku di şert û mercên ne aram de be asayî bikin. Li gorî lêkolînên me, hikûmetê ji bo vegerandina wan sîstemek çêkiriye, Helbet hinek ji van zarokan pitik in û girîng e ku vegerin nav malbatên xwe. Serok ferman da ku zarokên di dema şerê Sûriyê de li wir asê mane, vegerin.”

Anna Kuznetsovay amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e ev zarok ji bo heyama ku ji xwendinê bêpar mane, bên qerebûkirin da ku li pişt hevsalên xwe nemînin û di şert û mercên asayî û aram de bijîn.

Li kampa Holê zêdetirî 50 hezar kes dijîn ku dora nîvê wan Îraqî ne, di nav wan de 11 hezar kes biyanî ne û ji nêzîkî 60 welatan e.

Li Kampa Holê gelek bûyerên êrîşkirina li dijî pasewan û xebatkarên alîkariyê hatine kirin û gelek haletên kuştin rû dane ku li gorî Netewên Yekgirtî di navbera Çile 2021 û Hezîrana 2022 de zêdetirî 100 kesî li kampê hatine kuştin.

Rêxistina Parastina Zarokan (Save the Children) jî di dawiya meha borî de hişyarî da ku 7 hezar zarokên biyanî li du kampan li bakurê rojhilatê Sûriyê hîn di metirsiya tundûtûjiyê de ne û daxwaza bilezkirina veguhestina wan bo welatê wan kir.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser, piraniya welatan welatiyên xwe venegeriyan. Welatên Ewropî jî bi awayekî sînordar hin jin û zarokan vedigerînin.