Şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Seroka Şanda Parlamentoya Ewropayê ji bo pêwendiyên ligel Iraqê, armanca serdana xwe ji Kurdistan24ê re eşkere kir.

Bruksel (K24) – Şandeke Parlamentoya Ewropayê dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike, Seroka Şanda Parlamentoya Ewropayê ji bo pêwendiyên ligel Iraqê, armanca serdana xwe ji Kurdistan24ê re eşkere kir.

Îro Pêncşemê 12ê Çileya 2023an, Seroka Şanda Parlamentoya Ewropayê bo Pêwendiyên Iigel Iraqê Sara Skyttedal ji Kurdistan24ê re ragihand, biryar e serdana Iraqê û hêzên Hevpeymanan bikin û çendîn hevdîtinên siyasî jî ligel aliyên fermî encam bidin.

Sara Skyttedal bernameya serdana xwe ya Iraqê eşkere kir û ragihand ku di destpêkê de li Bexdayê ligel Parlamentoya Iraqê bicivin û piştre serdana Hewlêr û Mûsilê bikin.

Skyttedal diyar kir, ew dixwazin ligel Parlamentoya Iraqê hevahengiyên zêdetir dirust bikin û ji aliyê karê parlamentoyê ve pêwendiyên xwe bêhtir pêşve bibin.

Seroka Şanda Parlamentoya Ewropayê ji bo pêwendiyên ligel Iraqê ragihand, ew ê di çarçoveya serdana xwe de biçin Hewlêrê û ew dixwazin serdana hêzên Hevpeymanan bikin, herwiha ji bo dilniyabûna ji asayîşa pêkhateyan, dê serdana bajarê Mûsilê jî bikin û piştevaniya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji wan re dubare bînin ziman.