Baroya Diyarbekirê ji bo dersa Kurdî bang li welatiyan kir: Roja dawî 20ê Çileyê ye

Baroya Diyarbekirê derbarê hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistanan de, bang li welatiyan kir ku ji bo zarokên xwe dersa zimanê Kurdî hilbijêrin û bi bîr anî ku roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte, 20ê Çileyê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Baroya Diyarbekirê derbarê hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistanan de, bang li welatiyan kir ku ji bo zarokên xwe dersa zimanê Kurdî hilbijêrin û bi bîr anî ku roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte, 20ê Çileyê ye.

Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Weke ku tê zanîn ji xwendekarên polên 5 ,6, 7 û 8em ên dibistanên me re –bi sernavê "Ziman û Zaravayên Zindî"- fersenda perwerdehiya zaravayên Kurmancî û Zazakî hatiye dayîn. Ji bo vê jî heke formên ku ji we re hatine şandin heya 20ê Çileyê werin dagirtin û ji rêveberiya dibistanê re werin şandin û heke herî kêm 10 kes dersê hilbijêrin, di binyada Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) de bi peydakirina derfetan dê ders bên dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Ev maf bi rêziknameya têkildar û talîmatên ku MEBê bi rêya saziyên xwe ji dibistanan re şandiye, tê parastin. Ji ber vê sedemê, ti rêveberiyên dibistanê û saziyên din ên bilind, ji bo dersa hilbijartî bi angaşta tunebûna mamoste û kêmasiya alavan nikarin berpêş bikin ku ders nayê hilbijartin. Rewşeke wiha ji ber ku bi eşkere binpêkirina mafekê ye, tawan pêk tîne. Lewma ji bo kesên hewl didin ku pêşî li hilbijartina dersê bigrin, sizayên dadî têne sepandin.”

Baroya Diyarbekirê bang li dê û bavên xwendekaran kir û got: “Dê û bavên rêzdar, mafê zarokên me ye ku zimanê xwe yê zikmakî bi bingehîn hîn bibin. Di bikaranîna van mafan de pêşeyî li we dê û bavan e. Rê li ber bikaranîna vî mafî vekirin û vî mafî parastina peywira me parêzeran e. Lewma divê em hemû bi hev re bimeşin.”

Herwiha eşkere kir: “Ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyonê, parastina mafên xwe yên bingehîn û ji bo bipêşxistina zimanê xwe yê zikmakî, dersa bijarte ya Zazakî/Kurmancî hilbijêrin. Ji bîr nekin, em li hemberî kesên ku hewl didin vî mafê zarokên me asteng bikin, bi we re ne. Li ragihandina derbarê pirsgirêkek herî biçûk a vê mijarê de bi me re dudilî nebin. Em bi we re ne.”

Daxuyaniya Baroyê
Daxuyaniya Baroyê