Li Bakurê Kurdistanê banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî didome

Li Bakurê Kurdistanê helmetên dersa bijarde ya zimanê Kurdî di rojevê de ye, ji aliyê din ve rexne hene ku hikûmet mafên zimanê Kurdî ku nas kiriye jî, kêmasiyên dabînkirinê hene.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê ji partiyên siyasî heta saziyên sivîl hemû, daxwazên ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, rewa û pêwîst destnîşan dikin. Lê li gel ku di sala 2011’an de wek dersên bijarde mafê perwerdehiya zimanê zikmakî wek fermî hatibe naskirin jî, di Destûra Bingehîn de nebûna garantiya wê, ciyê rexneyê ye.

Di vê serdemê de ji aliyêkî ve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê helmetên dersên bijarde yên Kurdî di rojevê de ye, ji aliyê din de jî rexne hene ku hikûmet mafên zimanê Kurdî ku nas kiriye jî, kêmasiyên dabînkirinê hene.

Rêvebirên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm-Sen ên li Diyarbekirê jî, balê dikşînin ku îsal ji bo bijartina dersên bijarde yên zimanê zikmakî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê tu agahdarî nekiriye.

Rêveberê Şaxa Duyem a Egîtîm-Sen a Diyarbekirê Fesîh Zîrek ji K24ê re diyar kir: “Li dibistana ku ez lê kar dikim jî, min duhî ji Alîkarê Gerînende pirsî û li pergalê nihêrî ku hêj tu peyamekî ji bo destpêkirina dersên bijarde nehatiye kirin. Her sal di navbera 3’ê vê mehê û 20 mehê de dihat kirin; lê dikare ku rojanekirin jî bên kirin. Lê îsal em nizanin ku di demê de rojanekirinekî nû heye yan derengmayînek heye yan jî bi zanebûn û wek helwest  ew agahdarî nayê kirin, agahiya me nîne, lê rastiyek heye, hêj wek fermî agahdariyek di vî warî de, li hin dibîstanan nehatiye kirin.”

Rêveberên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) jî îsal bi peyamên xwe piştgiriya bijartina dersên Kurdî kirin û bal kişandin ku AK Partî rêya perwerdehiya bi zimanê zikmakî vekiriye û dê di destûra nû de ku amade bikin, perwerdehiya bi zimanê Kurdî di Destûra Bingehîn de jî dê wek maf bê bicîkirin.

Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin ku zimanê xwe li ciyekî bikar bînin û Xwedê ji Recep Tayîp Erdogan razî be, Serokomarê me jî pêşiya zimanê me vekir. Ji aliyê din de, em dizanin ku dê di serdema pêşde û di Destûra Bingehîn a ku nû bê çêkirin de jî, dê li ser zimanê me, sererastkirin bên kirin. Her tim desteka me ji bo zimanê me yê Kurdî heye.”

Saziyên zimanê Kurdî û sendîkayên perwerdehiyê bi zimanê zikmakî perwerdehiyê girîng dinirxînin û daxwaz dikin ku Kurdî jî li Tirkiyê wek zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî jî bê bikaranîn. Partiyên siyasî jî, helwestên li dijî van daxwazan diyar nekin jî, hêj gavên şênber yên destûrî nehatine avêtin.