Dilawer Ajgeyî: Me ji welatên Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir piştevaniya hêzên Pêşmerge bidomînin

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, di civîneke Parlamentoya Ewropayê de tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna welatên Yekîtiya Ewropayê kir ji bo rahênan û pirçekkirina hêzên Pêşmerge ji ber berdewamiya gefên terorê li navçeyê.

Bruksel (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, di civîneke Parlamentoya Ewropayê de tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna welatên Yekîtiya Ewropayê kir ji bo rahênan û pirçekkirina hêzên Pêşmerge ji ber berdewamiya gefên terorê li navçeyê.

Dilawer Ajgeyî roja 12ê Çileya 2023an, piştî civîna hevbeş a Balyozê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel şandeke Parlamentoya Ewropayê ya li ser pêwendiyên ligel Iraqê, ji Kurdistan24ê re ragihand, me tekezî li ser pêwendîniyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê kiriye.

Derbarê pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, Dilawer Ajgeyî diyar kir, di civînê de nêrîn û ramanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat eşkerekirin ku Hikûmeta Herêmê dixwaze li ser bingeha destûrê hemû kêşeyên navbera herdu aliyan werin çareserkirin.

Dilawer Ajgeyî behsa wê yekê jî kir ku di civînê de ji bo nûnerên Yekîtiya Ewropayê behsa berdewamiya metirsiyên terorê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye û tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo piştevaniya hêzên Pêşmerge ji aliyê rahênana serbazî û dabînkirina çek û pêwîstiyên serbazî ve kiriye.