PZK: Dê û bav dikarin bi rêya e-dewletê dersa zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ji bo dersa zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê, bang li dê û bavên xwendekaran kir ku ew dikarin bi hêsanî bi rêya e-dewletê serlêdana dersa bijarte ya zimanê Kurdî bikin.
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Diyarbekirê derbarê dersa zimanê Kurdî de daxuyanî da
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Diyarbekirê derbarê dersa zimanê Kurdî de daxuyanî da

Diyarbekir (K24) – Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ji bo dersa zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê, bang li dê û bavên xwendekaran kir ku ew dikarin bi hêsanî bi rêya e-dewletê serlêdana dersa bijarte ya zimanê Kurdî bikin.

Îro Înê 13ê Çileya 2023an, Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Diyarbekirê derbarê dersa bijarte ya zimanê Kurdî de konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.

PZKê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Piştî destpêka sala nû li dibistanan demeke din ji bona dersên bijarte dest pê dike. Niha dema ku şagirt hinek dersên bijarte hilbijêrin. Ev mafek e ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lê derbikevin. Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayîkê bibe jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte ji bona şagirtên Kurdan helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bi cih bînin, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayîkê vebe.”

Di daxuyaniya de hat destnîşankirin: “Xebata ji bona mafê perwerde bi zimanê Kurdî bi salan e ku berdewam dike. Mafê dersa bijarte yek jî encamê vê têkoşînê ye ku gelê Kurd bi ked û xebata xwe bidest xistiye. Tu kes mafê gelê Kurd belaş nade wan. Li gorî tecrubeyên sala çûyî me eşkere dît ku sazî û siyaseta dewletê astengan li pêşberî dersa bijartê derdixînin. Dê û bavan di vê mijarê de baş agahdar nakin. Saziyên dewletê û siyaset di pratîkê de naxwazin ku hejmara şagirtên ku dersa bijarte hildibijêrın zêde bibin. Platforma Zimanê Kurdî bangî dê û bavên Kurd dike ku vê siyasetê vala derxînin. Em dikarin bi hêsanî li ser rêya e-dewletê serlêdana dersa bijarte bikin. Em vê salê serlêdanên xwe di ser e-dewletê re bikin, ji ber ku ev serlêdan wê gavê dibe weke belgeyeke fermî ku kes nikare winda bike.”

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) diyar dike: “Wê bi demê re jî hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî neçarin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasî zor û zehmetî hebe jî, divê dayîk û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe hilbijêrin. Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere dike: “Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe ve bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêr bibin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin. Di nava Kurdan de bila nivîsandin, xwendin û axaftina bi zimanê Kurdi bibe helwesteke xwezayî, civakî û netewî. Bila herdem zimanê Kurdî bibe rengê mirovê Kurd û nasnama wî bide der.”