Salih Muslim: Dibe ku Tirkiye berî hilbijartinan êrîşî Rojava bike

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hişyariyê dide, dibe ku Tirkiye berî hilbijartinan êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.
Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim
Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hişyariyê dide, dibe ku Tirkiye berî hilbijartinan êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Salih Muslim di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandiye, çar pênc mehên bê gelek hestyar in, ji ber ku niyeta Tirkiyê heye beriya hilbijartinan, bi hincetên cuda cuda êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Derbarê asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de jî, Salih Muslim diyar kiriye ku zehmet e pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê asayî bibin û asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê wek "zewaca bi zorê" ye.

Roja 28ê Berfanbara 2022an, Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyan û çareserkirina kêşeyên navbera herdu welatan û rewşa awareyên Sûriyê gotûbêj kirin.