Rûsyayê kontrolkirina navçeya Soledar ragihand

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, navçeya Soledarê kontrol kirine û ew serbazên Ukraynayê ku li wê navçeyê mane, ji bilî xweradestkirinê, ti rêyeke din li ber wan nemaye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, navçeya Soledarê kontrol kirine û ew serbazên Ukraynayê ku li wê navçeyê mane, ji bilî xweradestkirinê, ti rêyeke din li ber wan nemaye.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, girîngiyeke stratejîk a kontrolkirina Soledarê heye û artêşa Rûsyayê kariye piraniya hêzên Ukraynî yên li wê navçeyê têk bibin û pêwendiya wan bi eniyên din bibirrin.

Herwiha eşkere kiriye ku di nava çend rojên borî yên şer de, karîne bi sedan serbazên Ukraynî bikujin û sîstema berevaniya serbazî ya Ukraynî têk bibin.

Şeva borî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihandibû, ew ji bo parastina navçeya Soledarê hemû hewlên xwe didin.