PSK: Qonaxeke nû li pêşiya Kurdan e, divê Kurd sûdê jê werbigrin

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel got; di vê pêvajoyê de desthilatdarî û opozîsyon ji bo dahatûya Tirkiyeyê di nava lêgerînekê de ne û divê Kurd jî bi daxwazên xwe yên neteweyî beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel got; di vê pêvajoyê de desthilatdarî û opozîsyon ji bo dahatûya Tirkiyeyê di nava lêgerînekê de ne û divê Kurd jî bi daxwazên xwe yên neteweyî beşdarî vê pêvajoyê bibin.  Bozyel da zanîn ku; qonaxeke nû li pêşiya Kurdan e û divê Kurd bi hev re ji vê qonaxê sûdê werbigirin.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, derbarê pêvajoya hilbijartinên 2023an de bo Kurdistan24’ê got; PSK û partiyên din ên Kurdî hewlekê didin da ku Kurd di vê qonaxa nû de bikaribin bi daxwaza bidestxistina mafên xwe yên neteweyî beşdar bibin.

Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 2023an de amadekirina destûra bingehîn ya nû û guhertina pergala rêveberiya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel dibêje; pergala niha ya rêveberiya Tirkiyeyê ji aliyê dîplomasî, siyasî û aborî ve xetimiye û di pêvajoyeke wisa de meseleyên derbarê Kurdan de jî dê roj bi roj zêdetir bêne nîqaşkirin.

Bayram Bozyel dibêje wekî PSKê daxwaza wan ew e ku Kurd bibin aktorekî karîger û bibandor û bikaribin li ser daxwazên hevbeş yên Kurdî werin ba hev û bi aktorên aliyên Tirkiyeyê re danûstandinê bikin.

Bozyel tîne zimên ku; divê Kurd ji beriya hilbijartinê xwedî yek helwest bin û di daxwazên xwe de zelal bin da ku bikaribin piştî hilbijijartinan jî bandorê li guherînan bikin.

Herwiha diyar dike, ew di wê baweriyê de ne ku êdî kî bibe desthilatdar jî nikare daxwazên Kurdan piştgûh bike û bêyî kurdan êdî nikare Tirkiyeyê birêve bibe.  Li gorî Bozyel, hikûmeta AK Partiyê bi reforman mezin bû lê dema ku dest ji reforman berda ji her alî ve rûbirûyê pirsgirêkan ma.