Davutoglu bo K24: Em her dem piştevaniya pêşxistina pêwendiyên Enqere û Hewlêrê dikin

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên Enqere û Hewlêrê dubare kir.

Stenbol (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên Enqere û Hewlêrê dubare kir û ragihand, ew dixwazin di pêşerojê de pêwendiyeke wan a baş ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe.

Îro Înê 13ê Çileya 2023an, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di bersiva pirseke Peyamnêrê Kurdistan24ê de ragihand, ew her dem piştevaniya pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikin û wek Partiya Pêşerojê, ew dixwazin di pêşerojê de pêwendiyeke wan a baş ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe.

Ahmet Davutoglu diyar kir: “Min berdewam piştevaniya pêşxistina pêwendiyên ligel Hewlêrê kir, wek serokwezîrek, wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê çûm Hewlêrê û min her tim piştevaniya pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir. Ez niha jî piştevaniyê dikim û ez ê di pêşerojê de jî piştevaniyê bikim.”

Davutoglu dibêje: “Nabe em sînorê welatê xwe ji înîsiyatîf û bandora welatên din re bihêlin. Ev nêrîna partiya me ye, pêgeha maseya şeşalî jî ew e ku di çarçoveya siyaseta me ya 'sifir pirsgirêk' de, ligel Iraq û Herêmê û welatên cîran pêwendiyeke baş deynin.”