Li Tirkiyê zêdetirî 8 milyon kes bêkar in

Di serdemekê de ku ji aliyê aborî ve Tirkiye di rewşeke gelek dijwar re derbas dibe, amarên bêkariyê hatin ragihandin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Di serdemekê de ku ji aliyê aborî ve Tirkiye di rewşeke gelek dijwar re derbas dibe, amarên bêkariyê hatin ragihandin. Li gorî Saziya Amarên Tirkiyê di bêkariyê de li gorî sala par hîç zêdebûnek pêk nehatiye. Lê ev yek ji aliyê welatî, pispor û partiyên siyasî ve wekî pêkenînekê hate şîrovekirin.

Saziya Amarên Tirkiyê TUIKê daneyên derbarê bêkaran de ragihand. Li gorî daneyên TUIKê di Sermaweza 2022an de rêjeya bêkaran ji sedî 10.2 pêk hatiye yanî wekî hejmar jî 3 milyon 576 hezar kes li Tirkiyê bê kar in. Di daneyan de hatiye ragihandin li gorî sala 2021 tenê 23 hezar kes li karwanê bêkaran zêde bûne. Welatiyên li Tirkiyê vê daneyê rasteqîne nabînin û bi boçûna wan hejmara bêkar bi gelekî zêdetir e ji hejmara ku TUIKê ragihandiye.

Welatiyeke bi navê Esra Irk ji K24ê re diyar kir: “Ligel ku ji zankoyê derçûme lê bi tu awayî nikarim karekî li gorî xwe peyda bikim. Herwiha dikarim bibêjim ku ji sedî 90ê kesên li derdora min jî bi heman awayî bêkar in. Mixabin ku ev rewş dê wiha berdewam bike.”

Welatiyê bi navê Bekîr Keskîn jî dibêje: “Ev kêşeya bêkarî li gelek deverên cîhanê heye. Lê ji ber ku rewşa aboriya Tirkiyê nebaş e, mixabin ev kêşe li vê derê gelekî karîger e.”

Bi boçûna welatiyan di vê serdema ku enflasyon û her diçe bihabûna jiyanê zêde dibe digel welatiyan, kompanî jî ji neçarî asê dibin wê ew metirsî heye ku hejmara bêkarên niha yên li Tirkiyê di nêzîkte zêdetir bibe.

Welatiya bi navê Fatmanur Onder dibêje: “Bi ya min ev rêje gelekî kêm e. Ji ber ku hejmara bêkaran gelekî zêde ye. Rewşa welatê me bi giştî hîç nebaş e. Xwezî tenê kêşeya me bêkarî ba lê mixabin gelek kêşe hene.”

Herwiha mamosteyê dibistanekê jî diyar kir: “Bi qasî ku ez dişopînim hejmara bêkaran ji amarên ku hatine ragihandin gelekî zêdetir e. Ji bo ku xwe li piyan bigirin berdewam ji malbatê harîkarî werdigirin.”

Li gorî amarên fermî jî di Cotmeha 202an de 34 hezar kesî ji ber bêkariyê serî li dezgaha Kar IŞKURê xistiye, di tevahiya salê di jî zêdetirî 200 hezar kesî daxwaza kar kiriye ji saziyê.

Dîsa rêjeya ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê ve hatiye ragihandin ji aliyê pispor, welatî û sendîkayan ve wekî cihê pêkenînê hate nirxandin. Li gorî sendîkayên wekî DÎSK û TURKÎŞê zêdetirî 8 milyon kes li Tirkiyê bêkar in. Heta CHPe di raporteke xwe de diyar dike û dibêje zêdetirî 10 milyon welatî li Tirkiyê bêkar in. Welatî jî ji van amarên TÛÎKê bawer nakin û dibêjin; li kolanan bi deh hezaran kes hene ku li kar digerin lê kar peyda nakin.