Amerîka bi merc F-16an difiroşe Tirkiyê

Amerîkayê li hember firotina firokeyên şer ên F-16an, endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê, wek merc li ber Tirkiyê daniye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê li hember firotina firokeyên şer ên F-16an, endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê, wek merc li ber Tirkiyê daniye.

Çend rayedarên Amerîkî ji rojnameya The Wall Street Journal re eşkere kirine, îdareya Joe Biden ji Kongresê daxwaz dike, bi qasî 20 milyar Dolar rizamendî li ser firotina firokeyên şer ên F-16an bide Tirkiyê.

Hatiye diyarkirin ku ev daxwaz 40 firokeyên F-16 li xwe digre, lê belê mercê Kongresê ji bo firotina firokeyan bo Tirkiyê ew e ku Enqere ji bo endambûna Swêd û Fînland bo NATOyê, rizamendî nîşan bide.

Herwiha ji Kongresê hatiye xwestin ku rizamendî li ser firotina 30 firokeyên F-35 bo Yûnanistanê nîşan bide.

Piştî destpêkirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê, herdu welatên Swêd û Fînlandayê daxwaza xwe ya endambûna NATOyê eşkere kirin û Tirkiye jî, ku endamê NATOyê ye, li hember vê daxwazê razî nebû û ragihand, tenê bi merc bi endambûna Swêd û Fînlandayê bo NATOyê, razî dibe.

Ji bo vê mebestê jî, di meha Hezîrana 2022an de rêkeftineke sêalî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de hat îmzekirin, di çarçoveya wê rêkeftinê de Tirkiye ji Swêdê daxwaz kir, hejmarek ji wan kesên bi tometa endambûna rêzên PKK û tevgera Fethullah Gulen daxwazkirî ne û li Swêdê dijîn, radestî Tirkiyê werin kirin.