Şerefxan Cizîrî: Rayedarên Tirkiyê naxwazin hejmara xwendekarên zimanê Kurdî zêde bibe

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî ragihand, li pêşiya hilbijartina dersa zimanê Kurdî gelek astengî hene û got: “Wezareta Perwerdehiyê, rêveberiyên bajaran ên perwerdehiyê û rêveberên dibistanan naxwazin hejmara xwendekarên ku dixwazin dersa zimanê Kurdî bixwînin, zêde bibe.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî ragihand, li pêşiya hilbijartina dersa zimanê Kurdî gelek astengî hene û got: “Wezareta Perwerdehiyê, rêveberiyên bajaran ên perwerdehiyê û rêveberên dibistanan naxwazin hejmara xwendekarên ku dixwazin dersa zimanê Kurdî bixwînin, zêde bibe.”

Şerefxan Cizîrî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser helmeta hilbijatina dersa zimanê Kurdî û astengiyên li pêşiya dersa bijarte, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Cizîrî destnîşan kir, di van pênc salên borî de Platforma Zimanê Kurdî û saziyên din ên sivîl, banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistananên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirine û got: “Ev yek dema tenê di bangkirinê de bimîne û em astengên li pêşiya xwe jî nebînin, em ê nikaribin çareseriyê jî bi rêk û pêk pêşkêş bikin.”

Li ser astengiyên li pêşiya hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistanan, Şerefxan Cizîrî diyar kir ku Wezareta Perwerdehiyê, rêveberiyên bajaran ên perwerdehiyê û rêveberên dibistanan naxwazin hejmara kesên ku dixwazin dersa zimanê Kurdî bixwînin, zêde bibe.

Şerefxan Cizîrî eşkere kir: “Gelek caran forma ku serlêdana zimanê Kurdî tê de hatiye kirin, winda dikin, dixin bin dosyeyên ku winda dikin. Berxwedaneke burokratîk heye, hinek jê ji tirsê ye, hinek jê naxwazin, hinek jê dijayetiya zimanê Kurdî dikin. Divê rexne bi hikûmet û Wezareta Perwerdehiyê bê girtin. Madem we ev maf pêşkêş kiriye, divê hûn bi zelalî bibêjin ku mafê hilbijartina zimanê Kurdî mafekî rewa ye û me biryar daye. Hikûmet di vir de bêdeng e, Wezareta Perwerdehiyê jî gelek caran astengên gelek mezin derdixe pêşiya dê û bavan.”

Cizîrî li ser hincetên ku rayedarên dibistanan ji dê û bavan re dibêjin, eşkere kir: “Berpirsên dibistanan dibêjin, mamoste tune, dibêjin alavên perwerdeyê tune ne, dibêjin cih tune, dibêjin têra xwe hejmar çênebûne. Lê ev ne rast in û ev tenê hincet in.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî bal kişand ser wê yekê ku pirsa ziman pirsa sereke ya miletê Kurd û divê Kurd di vê mijarê de hevbeş bin û got: “Derfetên me yên ku em derî bi derî bigerin, zêde tune ne. Hişmendiya zimanê Kurdî di nav xelkê Bakur de qels e.”