HEZKURDê derbarê zimanê Kurdî de raporek ji rayedarên Tirkiyê re şand

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) derbarê zimanê Kurdî de raporek amade kir û rapora xwe ji Serokomariya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoyê re şand. Herwiha HEZKURD nameyek jî amade kir û ji partiyên siyasî yên Tirkiyê re dişîne.
HezKurd
HezKurd

Diyarbekir (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) derbarê zimanê Kurdî de raporek amade kir û rapora xwe ji Serokomariya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoyê re şand. Herwiha HEZKURD nameyek jî amade kir û ji partiyên siyasî yên Tirkiyê re dişîne.

HEZKURDê bi sernavê "Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî" raporeke bi sê zimanan; Kurdî (Kurmancî û Zazakî), Tirkî û Îngilîzî amade kir û ji Serokomariya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re şand.

Di rapora xwe de HEZKURD balê dikşîne ser dîroka Komara Tirkiyê û siyaseta wê ya li hember zimanê Kurdî û dibêje, damezrînerên Komara Tirkiyê, zimanê Kurdî ku li Tirkiyê piştî zimanê Tirkî zimanê duyemîn e, xwestin bi rê û rêbazên "zagonî" û "dadî" ve ji nav jiyana gelemperî rakin û bi giştî di qada jiyana gelemperî de bê jibîrkirin û tunekirin.

HEZKURD ji bo partiyên siyasî yên Tirkiyê jî nameyek amade kir û tê de bal kişand ser astengiyên li pêşiya pêkvejiyana bi aramî û aştî ya li nav Tirkiyê û diyar kir ku pirsgirêkên li hember perwerdehiya bi zimanê zikmakî, yek ji sedemên herî girîng ên li pêşiya aştî û aramiyê ye.

Di nameya xwe de HEZKURD pêşniyar dike ku zimanê Kurdî ji destpêka dibistana seretayî heta lîseyê, herî kêm du saet bibe dersa neçarî û herwiha daxwaz dike ku derbarê pirsa Kurd de bi beşdariya hikûmet, partî, saziyên sivîl û hunermendan, civîneke berfireh were pêkanîn.