Nûrî Birîmo li ser hevdîtinên Enqere û Şamê: Bihna “Peymana Edene 2” tê

Nûrî Birîmo: Kurdan jî her dem ziyan ji planên dewletên herêmî dîtiye, eger aliyekî navdewletî nebe
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nûrî Birîmo li ser mijara hevdîtinên di navbera Enqere û Şamê de ragihand, “Em wek PDK-Sê daxwaz dikin ku krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 çareser bibe, ne ku li gorî berjewendiyên du dewletan.”

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo beşdarî bultena K24ê bû û li ser hevdîtinên di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de û encamên wê ji gelê Kurd û Sûriyê bi giştî re axivî:

“Em wek PDK-S her dem bi diyalogê re ne, çi di navbera dewletan û çi di navbera partiyan de. Lê krîza Sûriyê ji sala 2011an di sê qonaxên sereke re derbas bû. Qonaxa yekem, di destpêkê de bû ku hemû gelê Sûriyê li dijî rêjîma Esed derket xwepêşandanan û kêm mabû ev rêjîm hilweşiya, lê dewletên herêmê yên wek Îran û Rûsyayê destêwerdan kirin û nehîşt ev rêjîm hilweşe. Qonaxa duyem, doza Sûriyê bû dozeke navdewletî. Me wek ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de, doza Sûriyê bikira dozeke navdewletî û biryara navdewletî ya 2254 ji bo çareseriya siyasî ya giştê bo krîza Sûriyê derket. Ev biryar bû bingehek ji bo her çareseriyekê. Qonaxa sêyem jî, dewletên herêmê Rûsya, Tirkiye û Îranê careke din doza Sûriyê birin Soçî û Astanayê û xwastin doza Sûriyê ji dozeke navdewletî bikin dozeke herêmî. Em jî wek PDK-Sê daxwaz dikin krîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî bê çareserkirin.”

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê got jî: “Ev nêzîkbûna niha ya Enqere û Şamê, ne tenê li dijî hemû gelê Kurd e, lê belê li dijî tevahiya gelê Sûriyê ye, ji ber ku çareserî dibe tenê di navbera du welatan de. Kurd jî her dem ziyan ji planên dewletên herêmî dîtiye, eger aliyekî navdewletî nebe, ji ber ku niha bihna peymaneke din a wek Edene heye.”

Nûrî Birîmo amaje bi helwesta Amerîka li hember danûstandinên di navbera Enqere û Şamê de kir û got ku, niha ev danûstandin rawestiyane, heta ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di 17ê vê mehê de serdana Washingtonê dike, di pişt re dibe ku hin pêşhatine din derkevin.  

Nûrî Birîmo her wiha tekezî li ser wê yekê kir û got: “Em dizanin ku Rûsya, Îran û Tirkiye naxwazin krîza Sûriyê li gorî biryara navdewletî ya 2254 çareser bibe, lê biryara rast û dirust ji bo çareseriya krîza Sûriyê, biryara 2254 e.”