Li qehwexaneyeke Diyarbekirê 30 sal in tenê lîstika kişikê tê lîstin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji 30 salan zêdetir e ku di qehwexaneyekê de tenê kişik (şetrencê) tê listin. Ji her çînên civakî bi dehan kes rojane diçin qehwexaneyê û kişikê dilîzin. Gelek kesên ku li qehwexaneyê hînî kişikê bûne di pêşbirkên navxweyî û navdewletî de jî pile bi dest xistine. Mudawîmên qehwexaneyê dibêjin; lîstika kişikê bûye parçeyeke ji çanda Kurdan û ev lîstikeke stratejîk e û lîstina wê jî hişê mirov zindî dihêle.

Ev qehwexaneyeke li navçeya Rezan a Diyarbekirê ye. Li Diyarbekirê bi sedan qehwexane hene lê belê ev qehwexane ji hemû qehwexaneyên din cudatir e. Li vir tenê lîstika kişikê ango satrancê tê lîstin. Akademîsyen, cotkar, dikandar, gênc û pîr, ji her aliyên civakê welatiyên mudawimên vê qehwexaneyê hene. Lîstina kişikê ji 30 salan zêdetir e ku li vê qehwexaneyê berdewam dike. Gelek kesên ku li vir hînî kişikê bûne di pêşbirkên navxweyî û navdewletî de pile bidestxistine.

Welatî Remezan Ertekîn: “Rojên ku karê me tune be em têne vir û bi hevalên xwe yên mela û yên din re kişikê dilîzin. Gelek kesên ku têne vir, endezyar in, profesor in, bijîşk in, alim in, mamoste ne. Em têne saetekê du saetan dilîzin û diçin mala xwe. Di pêşbirkan de par ez bûm duyemîn. Min di pêşbirkên li Mêrdînê de madalya wergirt. Li Tirkiyeyê kesê ku herî bi lez kişikê dilîze ez im.”

Xwediyê Qehwexaneyê Yunus Baytok: “Dema ku dilîzin mirov nizane dem çawa derbas dibe. Dema ku kişikê dilîzin ti kes ti kesê naêşîne. Mirov dibêje qey lîstikvanên kişikê hemû bira ne.”

Li vê qehwexaneyê kesên ku kişikê dizanin fêrî yên ku dixwazin bizanin jî dikin. Lîstina kişikê di saetan serê sibehê de destpê dike û carina heta derengî şeve jî berdewam dike. Di zivistanê de li ber agirê sobeyê listikvanên kişikê ji aliyekê ve di sohbetan de behsa serpêhatiyên xwe dikin ji aliyê din ve hizrê wan li ser gavên stratejîk ên kişikê ne.

Welatî Cemîl Çîçek: “Sadî Şîrazî jî dibêje; dema ku mirov dersê dibîne, fêrî Qur’anê dibe, nefseke kemal bo insanan lazim dibe. Ew dibêje; xwendina helbest û nivîs û lîstina kişikê derûniya mirov rehet dike. Mirov bi kişikê deşarj dibe.”

Welatî Evdirehîm Uyguner: “Ez ji zarokatiya xwe ve kişikê dilîzim. Ez ji kişikê û geşt û gerê hez dikim. Min perwerdehiya kişikê nedît, ez bi xwe hîn bûme.”

Taybetmendiyeke din a vê qehwexaneyê jî ew e ku vexwarina cixareyê qedexe ye. Lîstikvanên kişikê didin zanîn ku heta ji destê wan bê dê li vê qehwexaneyê çanda lîstina kişikê bidin berdewamkirin.