Sûdanî: Em lêborînê ji Îranê naxwazin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê red kir ku lêborîna xwe ji Îranê bixwaze ji ber ku navê Kendava Erebî li şûna Kendava Farsê bikar aniye.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî red kir ku ji Îranê lêborînê bixwaze ji ber ku navê Kendava Erebî li şûna Kendava Farsê bikar aniye û tekezî li wê kir jî: “Kendava Erebî rastiyek e û nayê guhertin.”
Ev daxuyaniya Sûdanî di hevpeyvînekê de bi kanala Almanî “Deutsche Welle” re hat û got: “Em naxwazin têkevin nava van pirsgirêkên ku hin alî hewla wê didin.”
Her wiha Serokwezîrê Iraqê got: “Em rêzê li hemû nêrînan digirin û Iraq beşeke ji sîstema Erebî ye û em alîgirê bihêzkirina pêwendiyên xwe bi welatên Kendavê re ne.”
Derbarê danûstandinên Riyaz û Tehranê de, Serokwezîrê Iraqê got: “Em di navbênkariya di navbera Îran û Siûdiyê de berdewam in.”
Piştî destpêkirina 25emîn Kûpaya Kendavê li Besrayê, bikaranîna navê Kendava Erebî li şûna Kendava Farsê bû sedema nerazîbûna rayedarên Îranê û daxwaz ji Iraqê kirin ku daxwaza lêborînê bike.