Brîtanya, Amerîka û Fransa bidarvekirina Elî Reza Ekberî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bidarvekirina Elî Reza Ekberî ji aliyê Tehranê ve, Brîtanya, Amerîka û Fransa ev kiryara Îranê şermezar kirin û daxwaza sepandina cezayan li ser Îranê kirin.

Elî Reza Ekberî ku pêştir çend salan Cîgirê Wezîrê Berevanî û demekê jî Şêwirmendê Desteya Danûstankar a Îranê di danûstandinên atomî de bû û xwedî nasnameya Îranî û Brîtanî bû, duhî bi tawana sîxurîkirina bo Brîtanyayê û tevgerên wî yên li dijî asayîşa niştimanî ya Îranê, hat darvekirin.

Di vê derbarê de, Brîtanyayê cezayên li ser dozgerê giştî yê Îranê, Mihemed Cafer Montazerî sepand û got, divê hikûmeta Tehranê ji ber binpêkirinên xwe yên hovane yên derbarê mafên mirovan de bê cezakirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ev darvekirin weke "kiryareke hovane û tirsonek a rejîmeke hovane" bi nav kir.

Her wiha Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly jî got, bidarvekirina Elî Reza Ekberî, dê bêbersiv nemîne".

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price jî ji ber bidarvekirina Elî Reza Ekberî ragihand, “Em tevlî dengê Londonê dibin û ji vê pêngava Îranê em şok kirin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser Twitterê sersaxî ji Brîtanya û gelê Îranê re xwast û nivîsî: "Bidarvekirina Alî Reza Ekberî karekî tirsonek û hovane ye.”