Iraq 6 hezar polîs li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re bicih dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iraqê radigihîne, bi hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 6 hezar polîs li ser xalên sînorî yên bi Îran û Tirkiyê re hatine bicihkirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Abdulemîr Şemmerî di daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn, wan bi hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, 6 hezar polîsên Iraqî li ser xalên pişkinînê yên li ser sînorê Iraqê bi Îran û Tirkiyê re bi cih kirin.

Got jî: “Ji bo cîbicîkirina biryara kontrolkirina sînorên me yên bi Îran û Tirkiyê re, bûdceyeke taybet hatiye terxankirin û dest bi avakirina baregeh, danîna kamîra û bircên çavdêriyê hatiye kirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê amaje bi wê kir jî, li ser sînorê bi Sûriyê re jî ji bo pêşî li tevgera komên çekdar bê girtin, wan li qezaya Şingalê berbestên bêtonî bi dirêjahiya 65 kîlometreyan datînin.