Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê çend pirsên giring gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro 15ê Çileya 2023an dicive û çend mijarên giring gotûbêj dike.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di  beşa yekem a civînê de encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê di 11ê Berfanbarê tên pêşkêşkirin.

Wezareta Samanên Sirûştî dê raportekê derbarê cîbicîkirina biryara berê ya Encûmena Wezîran, ya derbarê dabînkirina nefta sipî ji welatiyên Herêma Kurdistanê re pêşkêş bike.

Beşa sêyem a civînê dê raportekê li ser pêşkeftina cîbicîkirina pilana mafên mirovan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî ve were pêşkêşkirin.