Efrîn.. Grûpên çekdaran 450 darên zeytûnan dibirin û didizin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, zêdetir ji 450 darên zeytûnan li çend gundên Efrînê birîn û wek êzing firotin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Emşat di hefteya borî 200 darên zeytûnan li deşta gundê Emara birîn û bi barhilgiran dizîn.
Da zanîn jî, çekdarên grûpa Hemzat 150 darên zeytûnan li gundê Kokanê birîn û baca 300 Dolarên Amerîkî li ser her malbateke gund ferz kirin.
Li gundê Maratê jî, Erebên hawerde û çekdarên grûpa Hemzat 100 darên zeytûnan ên gundiyan birîn, ji bo ku wek êzing bifiroşin.
Rêxistina Mafên Mirovan got jî, li gundê Şêx ê li navçeya Mabeta jî Erebekî hawerde 15 darên gundekî birîn û wek êzing firotin.
Li gorî çalakvanên Efrînê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve darên zeytûnan ên Efrînê dibirin û wek êzing li bazarên Efrîn û Idlibê difiroşin ku buhayê her toneke êzing digihe 135 dolarên Amerîkî.
Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî ku destê xwe danîne ser bi hezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên xelkê jî hilkirine, birîne û şewitandine.