Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em li gel Bexdayê gihiştine çend têgihiştinên seretayî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya 100emîn li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beşa yekem a civînê de, encamên dawî serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û civîna ligel Serokwezîrê Iraqê û şanda danûstandinê ya Hikûmeta Federal di 11ê Çileya 2023an de hat gotûbêjkirin.

Serokwezîr got ku di hevdîtinan de me hest bi wê yekê kir ku atmosfereke erênî û derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyan li gel hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û di çarçoveya rêkeftina aliyên siyasî de bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wezarî ya ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatiye pesendkirin.

Her wiha Mesrûr Barzanî tekezî lê wê kir, li ser çend mijarên pêwendîdar, ji wan yasaya budceya federalî ya bo sala 2023an, yasaya petrol û gazê ya federalî, maf û şayesteyên Pêşmerge, cibicîkirina madeya 140 ya destûrê, asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, cîbicîkirina peymana Şingalê, derxistina milîsan û çekdarên neyasayî û gelek mijarên din gotûbêj kirin û gihîştin çend têgihîştinên seretayî ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Beşa duyemîn a civînê, taybet bû bi pêşkêşkirina raporta Wezareta Samanên Sirûştî ya li ser dabînkirina nefta sipî û pêşkeftinên dawî yên rêkeftina di navbera Wezareta Samanên Sirûştî û Wezareta Neftê ya Federalî de ya di dema serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî bo Bexdayê ya derbarê cibicêkirina rêkeftina şandina nefta sip ji bo Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê Wezîrê Samanên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed ve hat pêşkêşkirin.

Di beşa sêyem de jî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî raportek li ser dawîn pêngav û pêşkeftinên mekanîzmaya cîbicîkirina pilana mafê mirov ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sala nû pêşkêş kir.

Serokwezîr spasiya Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ji bo amadekirina raportê kir û pêdagiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêzgirtin û parastina mafên mirovan, yekkirin û bihêzkirina prensîbên demokratîk û pêşxistina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê dupat kir.

Herwiha piştî nîqaşan, Encûmena Wezîran bi yekdengî rapor pejirand.