Barcelona ji piştî çûna Messi, yekem nasnav werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona di fînala Kupaya Super a Spanyayê bi encama (3 - 1) bi ser Real Madrîd ket û yekem nasnav ji piştî çûna Lionel Messi di sala 2020an de wergirt.

Şeva borî li yarîgeha Şah Fahd a Navneteweyî ya Riyadê, Barcelona û Real Madrîd di fînala Kupaya Super a Spanyayê rûbirûyî hevdu bûn û Barcelona bi encama (3 - 1) bi ser ket.

Golên Barcelon di xulekên (33, 45 û 69) de bi riya Gavi, Robert Lewandowski û Pedri hatin tomarkirin. Gola tekane ya Real Madrîd bi riya Kerîm Benzema yê Fransî di xuleka (90+3) de hat tomarkirin.

Ev cara 14emîn e Barselona Kupaya Super a Spanyayê bi dest dixe, bi vî awayî rekora xwe di warê bidestxistina vê kûpayê de bilindtir kir. Ji aliyê din ve, Real Madrîd bi 13 sernavan ma.

Piştî çûna Messi ji Barcelonayê di Tebaxa 2021an de ber bi Paris Saint-Germain, ev yekemîn nasnavê fermî ye ku Barcelona bi dest dixe.

Ev cara sêyem e ku Kupaya Super ya Spanyayê li Erebistana Siûdî tê lidarxistin, ew jî di çarçoveya rêkeftinekê de ku dê heta sala 2029an bidome û li hemberê jî Federasyona Futbolê ya Spanyayê her werzekê dê 30 milyon Euro werbigire.