Rûniştina doza malbata Şenyaşar li Meletî birêve diçe

Diyarbekir (K24) – Li Meletî yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ya kuştina endamên malbata Şenyşar dê birêve biçe. Li 5emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Meletî sibe 17.01.2023an piştî 4 sal û 4 mehan yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ku endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin birêve diçe. Di dozê de 19 kes bi tometa kuştina Hacî Eswed Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar tên darizandin.

Ji beriya hilbijartinên giştî yê Tirkiyê yên 2018an di 14ê Hezîranê de di dema xebatên hilbijartinan de di navbera parlementerê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz û pasewan û xizmên wî û malbata Şenyaşar de pevçûn derketibû. Di pevçûnan de birayê parlementerê AK Partiyê Mehmet Şah Yildiz û Haci Eswed Şenyaşar û her du kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin.

Derbarê bûyeran de du doz hatibûn vekirin. Dozek derbarê bûyerên li bazarê de bû, doza din jî derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de bû. Ji doza bûyera ku li dikana malbata Şenyaşar rûdayî de ku Mehmet Şah Yildiz hatibû kuştin, dadgehê bo Fadil Şenyaşar ê ku du bira û bavê wî hatibûn kutşin 37 sal û 9 meh siza birî bû. Fadil Şenyaşar 5 sal in girtî ye û di girtîgehê de tenê dimîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji Adara 2020an ve bi daxwaza cîbicîkirina dadweriyê li ber Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dikin.

Malbat û parêzer dixwazin her du doz bibin yek û kesên ku ji kuştina her sê endamên malbata Şenyaşar berpirsiyar in û kesên ku delîlên bûyera li nexweşxaneyê reşkirine bêne sizakirin. Malbata Şenyaşar bang li mafnas, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatiyan dikin ku beşdarî rûniştina dozê bibin.

Rûniştina dozê dê ji aliyê gelek baroyên Bakur û Tirkiye û Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyeyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ve bê şopandin. Doz, bin sedema ewlekariyê ji Rihayê bo Meletiyê hatibû veguhestin.