HDPê serî li Dadgeha Destûrê da: Doza girtinê bila bimîne piştî hilbijartinan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Dadgeha Destûrê dixwaz kir ku encama doza girtina HDPyê piştî hilbijartinan rabigihîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Dadgeha Destûrê dixwaz kir ku encama doza girtina HDPyê piştî hilbijartinan rabigihîne.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneka rojnamevanî saz kir û eşkere kir ku, wan serî li Dadgeha Destûrê dane daku encama doza girtina HDPê piştî hilbijartinan rabigihîne.

Mîthat Sancar diyar kir, divê Dadgeha Destûra Bingehîn hemû karûbarên li ser doza girtina HDPê rawestîne û di zûtirîn dem de bersiva erênî bide daxwaza wan.

Sancar eşkere kir: “Me bi serlêdana xwe ji  Dadgeha Destûr xwest ku biryara xwe ya li ser girtina doza HDPê piştî hilbijartinan bide.”

Herwiha diyar kir: “Divê Dadgeha Destûra Bingehîn hemû karûbarên li ser vê dozê rawestîne. Deshilat dixwaze vê dozê li dijî HDPê wekî amûreke gefê bi kar bîne. Li dijî vê gefê, me her cûre bergirî wergirtine.”

Hevserokê HDPê dibêje: “Divê Dadgeha Destûrê di zûtirîn dem de bersiva erênî bide me. Paşxistina bersivê, dê îdiayên wekî Dadgeha Destûrê li gor fermanên desthilatê tevdigere, bihêztir bike.”