Kurdistan24 kanala belgefîlman vedike

Kanala navxwe ya Kurdistan24 Belgefîlm, dê di demeke nêz de dest bi weşana xwe bike û bo dema 24 demjimêran bi awayekî berdewam weşanê bike.

Hewlêr (K24) – Kanala navxwe ya Kurdistan24 Belgefîlm, dê di demeke nêz de dest bi weşana xwe bike û bo dema 24 demjimêran bi awayekî berdewam weşanê bike.

Rêveberê Beşa Belgefîlman a Kurdistan24ê Serwer Mihyedîn li ser vekirina kanala navxwe ya belgefîlman ragihand: “Cihê vala yê sînema bi awayekî giştî û belgefîlman bi taybetî, di nav cîhana medyayî ya Kurdî de gelek diyar e, loma em dixwazin bi rêya vekirina vê kanalê, vê valahiyê dagirin û belgefîlmên baş û bi kalîteya bilind, veguhezînin mala hemû Kurdan.”

Serwer Mihyedîn diyar kir, kanala navxwe ya Kurdistan24 Documentary ligel werza nû a kanala Kurdistan24ê dê dest bi weşanê bike û bo dema 24 demjimêran bi awayekî berdewam weşanê bike. Herwiha destnîşan kir: “Em hewl didin hemû belgefîlmên bi dirêjahiya dîrokê li ser gelê Kurd hatine çêkirin, di kanalê de kom bikin û arşîveke baş ji bo berhemên belgefîlm ên Kurd dirust bikin.”

Li ser berhemanîna belgefîlman û girîngiya wan ji bo temaşevanan, Rêveberê Beşa Belgefîlman a Kurdistan24ê diyar kir: “Girîngiya belgefîlman li ser civakê û bi taybetî niha di medyaya dîtbarî de, bandoreke wê ya rasterast heye. Ango belgefîm bi awayekî berdewam li ser pêşxan û jêrxana ferhengî ya takekes û civakê kar dike, di heman demê de çavekî rexneyî ye ji bo kêmasiyên warên jiyanê, çimkî belgefîm tenê bûyeran pêşan nade, di heman demê de bi kûrahî diçe ser bûyer û mijaran û bi eşkere û zelal pêşan dide.”

Serwer Mihyedîn ragihand: “Kanala Kurdistan24 Documantary kanalek ji bo hemû kesan kesan e ku di warê belgefîlman de kar dikin û her kesekî ku beriya niha li ser belgefîlman xebitîne, dikarin pêwendî bikin û belgefîlmên xwe ji me re bişînin.”