Ji ber gotinên parlementerekî AK Partiyê li Almanyayê, Balyozê Tirkiyê hat hişyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber axaftina Parlementerê AK-Partiyê Mustafa Açikgozî ya li bajarê Neussê yê Almanyayê, karvedan peyda bûn.

Wezareta Derve ya Almanyayê bi riya hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand, ji ber axaftina wî parlementerî, bang li Balyozê Tirkiyê yê li Berlînê hatiye kirin.

Wezretê ji Balyozê Tirkiyê re bibîr xistiye ku Almanya ne cihê gijkirin û dijayetiyê ye û daku bûyerên wiha dubare nebin, Balyozê Tirkiyê hatiye hisyarkirin.

Wezreta Derve ya Almanyayê diyar dike, divê welatên biyanî dezgehên hikûmî yên Almanyayê ji kampînên xwe yên hilbijartinê agahdar bikin.

Parlementerê AK-Partiyê Mustafa Açikgoz roja 13ê vê mehê li bajarê Neussê serdana malbendeke nêzikê Partiya Tevgera Neteweperest MHPê kiribû û li wir gefa jinavbirina alîgirên PKKê û Tevgera Fetullah Gulen xwaribû.

Açikgoz gotibû: “Me çawa li Tirkiyê mafê jiyanê ji bo PKKê û Tevgera Fetullah Gulen nas nekir, em ê li Almanyê jî nas nekin. PKK û Tevgera Fetullah Gulen biçe kîjan aliyê cîhanê bila biçe, em ê wan jinav bibin.”

Her dema ku li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinê dest pê dike, berpirsên AK-Partiyê û MHPê ji bo dengê milyonan welatiyên Tirkiyê, serdana welatên Ewropî dikin û kampînên hilbijartinê bi rê ve dibin. Beşek ji kampînan ji ber peyam û çalakiyên nîjadperestî ji aliyê wan welatan ve tên astengkirin.