Sefîn Dizeyî: Li Korbenda Davosê ji bo kêşeyên aborî û asayîşê çareserî têne dîtin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser girîngiya beşdarbûna rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda Davosê de axivî.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser girîngiya beşdarbûna rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda Davosê de ragihand, li Korbenda Davosê ji bo kêşeyên aborî û asayîşê yên welatan çareserî têne dîtin.

Sefîn Dizeyî li Davosê li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî diyar kir: “Beşdarbûna Herêma Kurdistanê li ser asta Serokatiya Herêmê û Serokwezîriyê di vê korbendê de, nîşaneya girîngiya Herêma Kurdistanê ye ji bo civaka navdewletî.”

Dizeyî beşdarbûna Herêma Kurdistanê di korbendê de wek derfetekê bi nav dike, ku tê de Serokwezîr dikare çendîn hevdîtin û civînan ligel şandeyên diyar encam bide, bi armanca dirustkirina pêwendiyên nû ligel hinek aliyan û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel aliyên din.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî eşkere kir: “Rast e Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê, lê belê ji aliyê danûstandina civaka navdewletî ve taybetmendiyên xwe hene, ji aliyê siyasî, aborî, enerjî û ji aliyê civakî ve jî.”

Herwiha destnîşan kir, Korbenda Davosê derfet ji bo piştgirî û handana berhemên cotkarên Kurdistanê peyda dike.