Parlamentera CHPê li ser doza malbata Şenyaşar: Zêdetirî 4 sal in delîl nehatine komkirin

Parlementera Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca derbarê doza malbata Şenyaşar de got; dema ku bandora siyasetmedaran li ser dozê hat rakirin .

Meletî (K24) - Parlementera Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca derbarê doza malbata Şenyaşar de got; dema ku bandora siyasetmedaran li ser dozê hat rakirin û dadwerî hat cîbicîkirin dê piçekê jî be dilê Emîne Şenyaşarê rihet bibe.

Parlementera CHPê jî rûniştina yekem ya doza kuştina endamên malbata Şenyaşar şopand û bo Kurdistan24ê got; di nava 4 sal û nîvan de delîlên dosyeyê nehatine komkirin.

Gulîzar Bîçer Karaca diyar kir: “Da ku hêstirên çavên dayîka Emîne Şenyarê bisekinin û daxwaza wê ya cîbicîkirina dadweriyê pêk were diviyabû biryara veşarî li ser dosyeyê bê rakirin. Diviyabû siya siyasetê ji ser vê dosyeyê bihata rakirin. Bi qebûlkirina îdîanameyê biryara veşartî ya li ser dosyeyê jî rabû lê belê dema ku em li dosyeyê dinerin em dibînin ku nava 4 salan de tu delîl nehatine komkirin û îfadeya ti kesê nehatiye girtin. Qeydên kamerayên nexweşxaneyê hatine reşkirin. Şahidhal nayên peydakirin. Di qeydên kamerayên li kargehan de bûyer bi aşkereyî xuya dike lê dîsa jî her du dosyeyan nakin yek.”

Karaca destnîşan kir: “Li ber çavên Emîne Şenyaşarê, hevjîn û du kurên wê hatine qetilkirin. Dema ku bandora siyasetmedaran li ser dozê hat rakirin û dadwerî hat cîbicîkirin dê piçekê jî be dilê Emîne Şenyaşarê rihet bibe.”