Partiya Kedê banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî kir

Partiya Kedê (EMEP) li rêxistina xwe ya Diyarbekirê derbarê Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Kedê (EMEP) li rêxistina xwe ya Diyarbekirê derbarê Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî mafek girîng e û divê Kurd vî mafî bi kar bînin.

Di çarçoveya pêvajoya Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî de bangek jî ji Partiya Kedê hat. Partiya Kedê li rêxistina xwe ya bajêr a Diyarbekirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga bijartina Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî kir.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Bajêr a Partiya Kedê Nûrgul Denîz ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku her çiqas têr neke jî Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî mafekî girîng e û di encama tekoşînê de hatiye bidestxistin û divê her zarokên diçin polên 5. 6. 7. 8ê vê waneyê hilbijêrin da ku dewlet jî neçar bimîne bêhtir mamosteyan bo vê waneyê peywirdar bike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku heta niha ji bo Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî 82 mamoste hatine peywirdarkirin ku bi hezaran zarokên Kurd vê waneyê hildibjêrin û bi hezaran mamoste jî benda peywirdarkirinê ne.