Doza malbata Şenyaşar hat paşxistin

Li 5emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Meletî yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ku endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin, birêve çû.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Meletî ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Meletî ne

Meletî (K24) - Li 5emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Meletî yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ku endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin, birêve çû.

Doza malbata Şenyaşar bo 15ê Adara 2023an hat paşxistin.

Piştî 4 sal û 4 mehan îro li 5emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Meletî yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ku endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin birêve çû. Di dozê de 19 kes bi tometa kuştina Hacî Eswed Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar tên darizandin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin ber Dadgeha Meletî, herwiha baroyên Bakur, Yekitiya Baroyên Tirkiye (TTB), parlementerên HDPê û CHPê û nûnerên saziyên sivîl jî dozê dişopînin

Ji beriya hilbijartinên giştî yê Tirkiyê yên 2018an di 14ê Hezîranê de di dema xebatên hilbijartinan de di navbera parlementerê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz û pasewan û xizmên wî û malbata Şenyaşar de pevçûn derketibû. Di pevçûnan de birayê parlementerê AK Partiyê Mehmet Şah Yildiz û Haci Eswed Şenyaşar û her du kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin.

Derbarê bûyeran de du doz hatibûn vekirin. Dozek derbarê bûyerên li bazarê de bû, doza din jî derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de bû. Ji doza bûyera ku li dikana malbata Şenyaşar rûdayî de ku Mehmet Şah Yildiz hatibû kuştin, dadgehê bo Fadil Şenyaşar ê ku du bira û bavê wî hatibûn kutşin 37 sal û 9 meh siza birîbû.

Fadil Şenyaşar 5 sal in girtî ye û di girtîgehê de tenê dimîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji Adara 2020an ve bi daxwaza cîbicîkirina dadweriyê li ber Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dikirin.

Malbat û parêzer dixwazin her du doz bibin yek û kesên ku ji kuştina her sê endamên malbata Şenyaşar berpirsiyar in û kesên ku delîlên bûyera li nexweşxaneyê reşkirine bêne sizakirin. Malbata Şenyaşar bang li mafnas, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatiyan dikin ku beşdarî rûniştina dozê bibin.

Rûniştina dozê ji aliyê gelek baroyên Bakur û Tirkiye û Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyeyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ve tê şopandin. Doz, bin sedema ewlekariyê ji Rihayê bo Meletiyê hatibû veguhestin.