Sanna Marin: Erdogan got ti kêşeya endambûna Fînlandayê li NATOyê tune ye

Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marin ragihand, ew ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axiviye û Erdogan jê re ragihandiye ku ti kêşeyeke endambûna Fînlandayê li NATOyê tune ye û tenê kêşeya wan ligel Swêdê heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marin ragihand, ew ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axiviye û Erdogan jê re ragihandiye ku ti kêşeyeke endambûna Fînlandayê li NATOyê tune ye û tenê kêşeya wan ligel Swêdê heye.

Sanna Marin îro 17ê Çileya 2023an di Korbenda Davosê de ragihand, ji bo welatê wê gelek girîng e ku tevî Swêdê endamên NATOyê bibin.

Marin diyar kir, ew bi başî amade ne ku bibin endamê NATOyê û got: “Nabe ti rêgiriyek li ber me hebe, em hîn jî li benda pesendkirina du welatan in ji bo em bibin endam.”

Serokwezîra Fînlandayê dibêje: “Hungarya (Macaristan) ragihandiye, di demeke herî nêz de piştî destpêka civîna parlamentoya welat, endambûna Fînlandayê li NATOyê, dê pesend bikin.”

Li ser razîbûna Tirkiyê ji bo endambûna Fînlandayê li NATOyê, Sanna Marin tekez kir ku ti kêşeyek li ber wan tune ye û got: “Ez ligel Erdogan axivîm, heman axaftin dubare kir ku ti kêşeyeke wisa ligel Fînlandayê tune ye û hinek kêşe ligel Swêdê hene.”