Demîrtaş banga destnîşankirina namzedekî hevbeş li opozîsyonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş careke din banga destnîşankirina namzedekî hevbeş li opozîsyona Tirkiyê dike.

Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş ji ajansa “Reuters” re ragihand, fermana doza girtina HDPê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPê daye û bi vê hewlê ew dixwazin HDPê lawaz bikin û valahiyê di nava opozîsyonê dirust bikin.

Demîrtaş diyar kir ku ew ne bawer e ku Dadgeha Destûrê biryara girtina HDPê bide, lê eger HDP were girtin, ew dengdêrên xwe bê alternatîf nahêlin.

Dermîrtaş daxwaz ji bloka sereke ya opozîsyonê Maseya Şeşalî kir ku bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevkariyê bike, da ku di hilbijartinên serokatî û parlamentoyê de bi ser bikevin.

Li ser pirsa diyarkirina namzedê serokomariyê jî got, HDP dest ji hewlên xwe yên ji bo destnîşankirina namzedekî hevbeş bernedaye û li gor helwesta Maseya Şeşalî, ew dikarin gotûbêj li ser vê pirsê bikin û deriyên HDPê negirtî ne.

Ev di demekê de ye, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parvîn Buldan diyar kir, ew ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû hevalbendên xwe re namzedê ji bo hilbijartina serokomariyê nîşan bidin.