Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê û çend berpirsên din canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê û çend berpirsên din ên payebilind li Kîevê di ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dan.

Polîsa Ukraynayê ragihand, di encama ketina helîkopterekê de li derdora Kîev, Wezîrê Navxwe û hejmarek ji berpirsên payebilind ên wezaretê canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya polîsan, di encama vê bûyerê de, 16 kesan canê xwe ji dest dane, di nav de 2 zarok hene.

Herwiha diyar kir ku Wezîrê Navxwe, alîkarê wî yê yekem û berpirsekî din ê pilebilind di helîkopterê de bûne û canê xwe ji dest dane.