Serokê Komîteya Berevanî û Asayîşê ya Parlamentoya Ewropayê behsa alîkariya Pêşmerge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn roja rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê berdewam e, Seroka Komîteya Berevanî û Asayîşê ya Parlamentoya Ewropayê piştî serdana Hewlêr û Bexdayê, raportek derbarê rewşa ewlekariya Herêma Kurdistanê û Iraqê de amade kir.

Seroka Komîteya Berevanî û Asayîşê ya Parlamentoya Ewropayê Natalie Lewis ji Kurdistan2 re ragihand, Di naveroka raportê de behsa pirsgirêkên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike ku wan 8 projeyasa amade kirine û tê de behsa alîkariya zêdetir bo hêzên Kurdî û Iraqî di şerê li dijî DAIŞê de hatiye kirin.

Natalie Lewis got ku ew bi xwe ji nûnertiya YE li Iraqê nîgeran bûye, ji ber ku wê bi rêkûpêk kar nekiriye., ji ber wê, wan daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ku rola nûneratiya YE li Herêma Kurdistanê û Iraqê bihêztir bike.