Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Urdinê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Çileya 2023an li Davosê bi Serokwezîrê Urdinê Bişir El-Xesawneh re civiya.

Di civînê de zêdetir pêşxistina pêwendiyên dostane û dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de hatin guftûgokirin.

Serokwezîrê Urdinê silavên Şah Ebdullah gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî li cem Şah Ebdullah û Şahnişîna Haşimî ya Urdinê xwedî cihekî taybet in.

Serokwezîr spasiya piştevaniya Şahnişîna Urdinê kir, bi taybetî di dema êrişa terorîstên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê. Her wiha pêzanîna xwe ji bo hewlên Şah Ebdulah bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Mijara sereke ya hevdîtinê jî, taybet bû bi pêşxistina hevkarî û hevahengiya di warên çandinî û bazirganiyê de û derfeta Kurdistan sûdê ji ezmûna serkeftî ya Urdinê di warê tendirustiyê de werbigire.